BI DÎMEN

Li Rojhilat gelek baregehên leşkerî hatin bombekirin

Li Rojhilatê Kurdistanê gelek baregehên leşkerî û navendên ewlehiiyê hatin bombekirin. Hat ragihandin ku li baregehên Banê cenazeyên gelek leşkerên Îranê hatine dîtin.

Êrîşên hewayî yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Îsraîlê yên li dijî Îranê di roja 6’emîn de dewam dike.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, îro li navçeya Seîdî ya ser bi parêzgeha Sine navenda polîsan û baregeha Supayê Pasdaran hatin hedefgirtin.

Her wiha navenda hêzen Besîc (Cerdevan), baregeha Îmam Elî, navenda parêzvanên sinor û navendek polîsan ya li parêzgeha Urmiyeyê hatin bombebarankirin.

Di heman demê de du mûşek li derdora navenda polîsan a hejmar 12 ya li devera 6 a Behemen ya Kirmaşanê ketin ku duh jî heman cih hatibû hedefgirtin.

Her wiha baregeha fermandariya Fereca ya ser bi Supayê Pasdaran a li navçeya Nurabad ya ser bi parêzgeha Loristanê di encama êrîşek hewayî de hat hedefgirtin û beşek ji avahiyê rûxiya.

Li aliyê din hat ragihandin ku gelek cenazeyê leşkerên Supayê Pasdaran li bajarê Bane di wan navendên leşkerî ku hatine bombebarankirin de hene.